Saturday, June 25, 2022
HomemanshetMECLÎSA LEŞKERÎ YA HEJÎNÊ BI QAÇAXCIYÊN MAZOT RE KETE PEVÇÛNÊ
manshetNûçe

MECLÎSA LEŞKERÎ YA HEJÎNÊ BI QAÇAXCIYÊN MAZOT RE KETE PEVÇÛNÊ

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê li bajarokê ‶Al-Teyanê‶ li dijî qaçaxciyên mazotê hemleyek serdegirtinan pêk anîn.

Di dema serdegirtinê de qaçaxciyan gule li endamên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê reşandin ku şervan neçarî bersivdayînê bûn. Di encamê de qaçaxcî reviyan û Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê dest danîn ser mîqdarek mezin ji mazotê.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê tekez kirin ku ew di rêgirtina li ber qaçaxciyê de berdewam in ku bandorek neyînî li herêmê û aboriya wê dike. Her wiha bi bîr xist ku bi armanca rêgirtina li ber qaçaxiyê û pêkanîna aramiya aborî li herêmê ew ê di hemleyên ewlehî, serdegirtin û li ser dergehên navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD‵ê û Rejîmê de dewriyeyan zêde û berdewam bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *