DEWREYA AKADEMIYA ŞEHÎD WELAT A DISPILÎNA LEŞKERÎ BI DAWÎ BÛ

0 519

Akademiya Şehîd “Welat” a Dispilîna Leşkerî dewreya xwe ya bi navê Şehîd “Çekdar” bi derçûna 64 şervanên ji Dêrazorê bi dawî kir.

Dewreya Şehîd “Çekdar” 90 rojan berdewam kir. Di dewreyê de şervanan perwerdeyên teorîk û pratîk ên li ser hemû cureyên çekên sivik, navîn û giran wergirtin. Her wiha dersên siyasî û leşkerî jî hatin dayîn.

Merasîma derçûnê bi xulekek rêzgirtinê û tevlîbûna gelek fermandariyan dest pê kir. Piştre Fermandarê Hêzên Dispilîna Leşkerî “Hemze Hesekê” gotinek kir tê de bal kişand ser girîngiya pabendiya bi dispilîn û qanûnên leşkerî ku ewlehiya şervanan li meydanên xebatê diparêzin. Her wiha “Hesekê” ji bo parastina welat, gel û hevrêyên têkoşînê tekezî li ser girîngiya parastina çekan kir, ji şervanan xweset ku di warê zanista leşkerî û siyasî de jî berdewam bikin.

Merasîm bi sondxwarina şervanan bi dawî bî

Leave A Reply

Your email address will not be published.