Saturday, June 25, 2022
HomemanshetHÊZÊN ME ÊRIŞEKE ÇETEYAN SER GUNDÊ “SUKÎRO” TÊK DIBIN
manshetNûçe

HÊZÊN ME ÊRIŞEKE ÇETEYAN SER GUNDÊ “SUKÎRO” TÊK DIBIN

Hêzên me êrişeke çeteyên dagirkeriya Tirkiyê li ser gundê “Sukîro” li rojhilatê gundewarên Eyn Îsayê têk birin û derbên giran li wan dan.

Çeteyên Tirkiyê di saet 1 nîva şevê de hewl dan derbasî gundê “Sukîro” bibin. Hêzên me hewldana wan têk birin. Di êrişê de gelek endamên komên çete birîndar bûn û mecbûrî revê bûn.

Pevçûnên di navbera hêzên me û çeteyên êrişkar de bi qasî nîv saetekê dewam kirin. Di pevçûnan de gelek cureyên çekên sivik, navîn û giran hatin bikaranîn. Di heman demê de balefirên kişfê yên dagirkeriya Tirk li ser eniyên pevçûnê digeriyan.

Hêjayî zanînê ye ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di êrişên ser gundê “Sukîro” de, nava 15 rojan de 3 caran têk diçin. Her wiha di encama topbarana li ser gundên “Zirganê û Til Temirê” de ku dayîkek û zarokek di nav de 3 sivîl şehîd bûn û topbarana artêşa dagirker a Tirkiyê giha gundên: “Al-Derdara, Til Şinan, Becariyê, Til Kêfcî, Um Al-Kêf û Tewîlê”.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *