JI BER TOPBARANA LI SER ZIRGANÊ 2 ŞEHÎD Û 3 BIRÎNDAR

0 510

Di encama topbarana li ser gundên Zirganê û Til Temirê de Zarokê bi navê “Ellan Elî Al-Îsa” yê 2 salî û “Cewahir Mûsa Xelef” ya 35 salî şehîd bûn û 3 kesên din jî birîndar dibin ku birin nexweşxaneya Hesekê.

Dagirkeriya Tirk ji serê sibehê ve topbarana li ser gundên “Al-Derdara, Til Şinan, Becariyê, Til Kêfcî, Um Al-Kêf û Tewîlê” dijwartir kir. Di encamê de jinek û zarokê xwe şehîd bûn û 3 sivîlên bi navê: “Ula Elî Al-Îsa 5 salî, Mihemed Îsa Al-Omer 2 salî û Mihemed Xelef 33 salî” birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker a Tirkiyê ji seharê ve ji nû ve gundên “Al-Fatîsa û Al-Sefawiye” yên rojhilatê gundewarên Eyn Îsayê û derdora wê topbaran kirin. Ji saet 9 sibehê ve zêdetirî 60 topan li gundên navborî û rêya navneteweyî M4 ketin.

Berî wê jî artêşa dagirker bi çekên giran êrişî gundên “Zenûba” ên rojavayê gundewarên Girê Spî kirbû ku di encamê de toreya ceyranê li herêmê rastî texrîbatek mezin hat.

Hêjayî gotinê ye ku topbarana artêşa dagirker û çeteyên wê li ser herêmê ziyanên madî yên mezin gihane mal û zeviyên xelkê ku ji ber panîkê şêniyên herêmê dest ji kar û zeviyên xwe berdan.

Leave A Reply

Your email address will not be published.