KAMPA AL-MEHMÛDLÎ…HÊVIYÊN ZAROKAN DI NAV BÊBEXTIYA KOÇBERIYÊ DE

0 519

Roja Çarşemê 29 Kanûnê, dema ku kamareya me li kampa Al-Mehmûdlî ya li gundewarên Tebqayê digeriya, komek zarokên bê guneh azwerî û hêviyên xwe yên sala nû vegotin. Hêviyên xwe ji temenê wan mezintir bûn. Lê ji bo rêxistinên têkildarî zarokan seynalên hişyariyê bûn ku pêwîste guh bidin zarokan û bi taybet zarokên kampan.

Hêviyên zarokan navbera vegera mala ku bi zorê jê koçber bûne û guhertina çadira heyî bi çadirek jê mezintir ku ji zivistana bê rehm bên parastin.

Hinekan xwestin ku endamên malbatê bi tendirustî û aramî bijîn ku di encama şer de astengdar bûne. Zarokatiya ji her sûcê şeran û encamên wê bê guneh in, çiqas êş û zehmetî hebin jî, ti astengiyan li pêşberî pêkanaîna xeyalên xwe nabîne.

Hêjayî gotinê ye ku piranî nişteciyên Kampa Al-Mehmûdlî ji şêniyên gundewarên herdu parêzgehên Hums û Hemayê ne. Piştî ku bi zorê ji nav û mal û milkên xwe hatine koçberkirin, berê xwe dan bajarê Tebqayê. Îro jî bi hezaran li wir li benda mucîzeyekê ne ku êş û azarên wan bi dawî bike.

Leave A Reply

Your email address will not be published.