Saturday, June 25, 2022
HomemanshetLI DÊRAZORÊ ŞIKANDINA ÊRIŞEKÊ Û KUŞTINA ÊRIŞKAREKÎ
manshetNûçe

LI DÊRAZORÊ ŞIKANDINA ÊRIŞEKÊ Û KUŞTINA ÊRIŞKAREKÎ

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê yê girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê êvara Çarşemê êrişa 2 çeteyên nenas ku li motosîklekê siwar bibûn li bajarokê Al-Cerzî yê rojavayê gundewarên rojhilatê Dêrazorê şikandin. Di encamê de yek ji êrişkaran hate kuştin û termê wî kete destê şervanan û yê din jî reviya û xwe di nav malên sivîlan de veşart.

Hêzên me ku êriş şikandibûn dewriyeyên xwe yên li dijî şaneyên teror ên li herêmê berdewam kirin. Ji bo naskirina nasnameya êrişkar jî cenaze ji bo otopsiyê hate şandin.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrişa duiyemîn e ku hêzên me di nava du rojan de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê têk dibin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *