Saturday, June 25, 2022
HomemanshetZÊDETIRÎ 60 TOPÊN DAGIRKERIYA TIRK LI GUNDEWARÊN ROJHILATÊ EYN ÎSAYÊ KETIN
manshetNûçe

ZÊDETIRÎ 60 TOPÊN DAGIRKERIYA TIRK LI GUNDEWARÊN ROJHILATÊ EYN ÎSAYÊ KETIN

Dagirkeriya Tirk ji duh sibehê ve topbarana li ser gundên Al-Fatîsa û Al-Sefawiyê yên gundewarên rojhilatê Eyn Îsa û derdora wê dijwartir kir. Ji saet 9 sibehê ve bêtirî 60 topên tankan li gundên navborî û rêya navneteweyî M4 ketin.

Di encama topbarana dagirkeriya Tirk de ziyanên madî gihaştin milk û zeviyên sivîlan û ji ber panîka ku topbaranê çêkiriye xelk neçar man ku kar û barên xwe biterikînin.

Hêjayî gotinê ye ku berî wê bi rojekê jî artêşa dagirker a Tirkiyê bi çekên giran êirşî gundê Zenûba yê rojavayên gundewarên Girê Spî kir. Di encama de toreya ceyranê rastî texrîbatek mezin hat û ceyran ji ser gund û gundên derdor hate birrîn.

Hat zanîn ku di 4’ê Tebaxa îsal de, dagirkeriya Tirk komkujiyek li dijî şêniyên gundê Al-Sefawiyê pêk anî û di encama topbarana malên sivîlan de welatiyên nav li jêr rêzkirî şehîd bûn:

Zeyd Xelef Îsa 54 salî

Ziyad Zêd Îsa 12 salê

Muna Zêd Îsa

Hûda Zêd Îsa

Her wiha di topbaranê de jinek û keça wê ji heman malbatê bi giranî birîndar bûn ku birin nexweşxaneya Reqayê.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *