Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetDI NAVA SALEKÊ DE ZÊDETIRÎ HAZAR XORTÎ TEVLÎ HÊZÊN LEŞKERÎ BÛNE
manshetNûçe

DI NAVA SALEKÊ DE ZÊDETIRÎ HAZAR XORTÎ TEVLÎ HÊZÊN LEŞKERÎ BÛNE

Tevî gefên aliyên biguman ên hewl didin aramî û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, xortên Tebqayê tevlî hêzên leşkerî dibin ku di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de çalak bibin û herêmên xwe yên rizgarkirî ji terorê biparêzin.

Rêvebirê Akademiya Şehîd “Cuma Al-Nezal” li bajarê Tebqayê “Feyad Şahîn” tekez kir ku jimarek mezin ji xortan li benda destpêkirina dewreyên nû ne ku tevlî perwerdeyên fikrî û leşkerî bibin.

“Şahîn” bi bîr xist ku sala borî ya 2021’an li akademiyê 5 perwerdeyên girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi tevlîbûna zêdetirî ‘526’ şervanan li dar ketin.

Ji aliyê xwe ve birêvebirê li Akademiya Komando li Herêma Firatê “Hayder” got ku; tevlîbûna nava refên Hêzên Komando bi awayekî balkêş dewam dike. Tenê li ser asta bajarê Tebqa ‘500’ şervan tevlî 5 dewreyên perwerdê ku 3 jê yên pisporî ne, bûn. Bi vê yekê re jî hejmara kesên li herêma Tebqayê, ji hemû herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî hêzên leşkerî bûne hezarî derbas dikin.

Di demekê de ku hestên berpirsyariyê û xîreta li ser axa welat di nav xortên bajêr de zêde dibin, ku ti carî zilma DAIŞ’ê û terorê ji bîr nekirine, bi tevlîbûna nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de bersiva terorê û amûrên wan didin. Her wiha daxwazên xwe yên guherîna pêşeroja bajarê xwe yê ewle diyar dikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *