Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetJI BO ALÎKARIYA ZAROKA XWE YA ASTENGDAR BIKE…. DI KONÊ XWE DE DIRÛNÊ DIKE
manshetNûçe

JI BO ALÎKARIYA ZAROKA XWE YA ASTENGDAR BIKE…. DI KONÊ XWE DE DIRÛNÊ DIKE

Dayîka “Zehra Uwe’yêd Al-Hiso” ya ji gundê “Al-Menacîr” ê bajarokê Serê kaniyê bi zorê koçber bûye, di hundirê konê xwe de li Kampa “Waşûkanî” ya li gundewarên Hesekê, bi karê dirûnê alîkariya zaroka xwe ya astengdar dike ku bi asama tavgirê ketiye û mejûfelc bûye.

Hevserê wê di nav refên Hêzên Ewlehiya Hundirîn de têdikoşe. Dayîka “Zehra” jî alîkariya wî dike ku lêçûnên nexweşiya keça xwe dabîn bikin. Keça wan piştî jidayîkbûnê bi heşt mehan nexweş bû. Piştî ku bi zorê, di encama êrişên dagirkeriya Tirk ser bajarê Serê Kaniyê de, koçber dibin, nexweşî girantir dibe. Dema ku malbat li gundê “Al-Menacîr” bû di yek odeyê de dijîn. Bi nebûna kursiyê astengdaran re rewşa tendirustî ya zaroka “Zehra” aloztir dibe.

Dayîka “Zehra” dibêje ku; zaroka wê, piştî ku bi zorê hatine koçberkirin, li ser kursiyek astengdaran di hundirê konê xwe de rûdine ku ne alîkariyek û ne jî destekdanek ji zaroka astengdar re heye!

Dayîka “Zehra” di dawiya gotinên xwe de, ji bo ku vegerin mala xwe û dagikeriya Tirk ji axa wan vekişe, bang li civaka navdewletî kir ku zextê li dagirkeriya Tirk bike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *