ji çapemenî û Raya Giştî re
Sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî gelên Sûriyê, ji roja ku lingên xwe danîn ser axa Sûriyê, ji salên 2011’an û vir ve ranewestiyan e. Herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji çeteyên DAIŞ’ê û Al-Nusra hatin rizgarkirin, xwedî para mezin a wan sûc, terorkirin û wêrankirina sîstematîk bûn. Nêzîkatiyên navdewletî yên li ser bingeha berjewendiyên siyasî û çewsandina di navbera gelek dewletên herêmî, cîhanî û saziyên dagirkeriyê yên leşkerî û saloxgerî de, alîkariya wan kir.
Tevî peymana navdewletî ya pênasekirina guhertina demografîk, komek li şûna komekê bichkirin, zexta li ser gelê resen ku tûşî koçberiyê û terkandina welêt bin, kuştina komî û bi darê zorê xistina bin şert û mercên giran ên ewlehî û jiyanî û bi armanca rûxandinê, li gorî qanûnên navdewletî “Qirkirina komî- Jenosîd” in. Lê belê ev mînakên berbiçav ên dubarekirî li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spê yên ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyê ve hatine dagirkirin, di aliyê plansazî û pratîkî de li ser planeke zelal ku zihniyeta Tirkiyê ya dijminane piştrast dikin, negîştin guhên wîjdana cîhanî û rêxistinên mafên mirovan ên têkildar. Vê yekê çavbirçîtiya dagirkeriyê û çeteyên wê ya sûckirinê û hewldana dagirkirina herêmên din zêd kir
Sala 2021’an salek zêdebûna sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên me, çi li herêmên dagirkirî û çi jî li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku dagirkeriyê gelek caran bi zêdekirina êrişên bejayî û hewayî, bi destwerdan û çandina ajanan hewl daye dagirk bike û şêniyên wê carek din bi zorê koçber bike. Belge û delîlên razber û şênber ên rasterast sûcên artêşa Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî isbat dikin ku dagikerî qanûnên navdewletî û mirovî binpê kirine ku tenê dikare wekî sûcên li dijî mirovahiyê were binavkirin. Ji ber ku çi lêpirsîneke navdewletî ya bêalî çêbibe, dê rê nede Tirkiyê ku delîlên sûcên hatine kirin û yên tên kirin veşêre.
Di sala 2021’an de dagirkeriyê gelek caran hewl da şer derbixe û hêzên me tehrîk bike. Dezgehên wê yên saloxgeriyê zirkariya rastiyan dikirin û gelek êrişên leşkerî yên sexte çêdikirin ku şervanên me tawanbar bikin û hincetan ji êrişên li dijî sivîlên ku ziyanên madî, fîzîkî û manewî yên mezin ji terora Tirkiyê û çeteyên wê dîtine biafirînin. Gelek ji wan ji ber êrişên li ser hev û sîstematîk zevî û malên xwe berdan û koçber bûn. Armanca wan di asta yekemîn de ku herêmê ji nişteciyên wê yên resen vala bikin û herêma bi navê “Herêma bê xelk” ji bo bicihkirina bermahiyên terorîstên DAIŞ’ê û rêxistinên cuda yên Al-Qaîde ava bikin.
Têveliya sûcên êrişên Tirkiyê, çi derbasbûnên bejayî, êrişên hewayî û bejayî, oparasyonên sekvaniyê û topbarankirina bajar û gundên tije sivîl, destdirêjiya li ser goristan, perestgeh, dibistan û saziyên xizmetguzariyê, revandina mirovan, windakirina wan, zexta li ser malbatên wan, gef li wan xwarin ku bêdeng bin, kuştina bêserûber, ji bilî siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk û rê li ber rêxistinên terorîst vekirin ku xelkê bitirsînin, hewandina endam û serkirdeyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî tenê dikarin wek tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê bên binavkirin.
Li jêr bilancoya hejmara êrişên dewleta Tirk a dagirker û bertek û bandorên wê yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Dêrikê heya Efrîna dagirkirî û herêmên Şehbayê hedef girtine wiha ye:
– Hejmara êrişên bejayî û hewldanên pêşdehatinê: 47
– Hejmara êrişên bi çekên giran “topavêj û tank”: 1300, di êrişan de derdora 7 hezar topên tank, hawan û topavêjan hatin bikaranîn.
– Hejmara êrişên bi dironan: 89
– Hejmara gund û bajarokên rasterast hatine topbarankirin: 58 gund, 3 bajarok “Zirgan, Eyn Îsa û Til Rifet”. Her wiha cihên sivîl li Qamişlo, Kobanê û Til Temirê hatin topbarankirin.
– Hejmara oparasyonên sekvanî û rêgirtina li ber sivîlan ku bigihêjin zeviyên xwe: 52
– Hejmara şehîdên sivîl: 89
Darvekirinên meydanî: Endamên komên terorîst ên Tirkiyê di 22’ê Îlona 2021’an de, di dema derbasbûna gundê Al-Dibis ê bakur rojavayê Eyn Îsayê de, welatiyê bi navê Abdulmecîd Al-Ewad “35” salî îdam kirin.
– Hejmara birîndarên sivîl: 134
– Hejmara sivîlên ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve li “Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî” hatine revandin zêdetirî 700 kesî ne.
22 cihên dîrokî hatin wêrankirin
Artêşa Tirk a dagirker pîrozbahiyên gel binpê kirin û goristanên şehîdên sivîl û leşkerî li bajarê Efrînê vekoland û dan ber tireksan. Cenazeyên şehîdan birin herêmên nenas. Beriya wê jî gelek gorên li gundê Metîna, Qaziqlî û Avêsta Xabûr a li ser rêya gundê “Kefer Şîlê” bi tireksan rêş kirin û veguherandin bazara pez. Her wiha goristana şehîdên Asûr li gundê “Til Şinan” û goristana gundê “Til Cuma” li gundewarên Til Temirê topbaran kirin. Çeteyên “Feyleq Al-Rehman” ên terorîst jî goristana şehîdan a Serê Kaniyê dan ber buldozeran û veguherandin navendek leşkerî. Çeteyên terorîst ên girêdayî dewleta dagirker a Tirkiyê goristana Girê Spî ji bo lêgerîna li şûnwaran kolandin. Her wiha dagirkeriyê mizgefta bajarokê Zirganê rasterast topbaran kir û di encamê de beşek mezin ji mizgeftê rûxiya û gelek sivîlên ji ber topbaranê direviyan şehîd bûn. Aliyekî din ve dibistana gundê “Al-Fatîsa” yê rojhilatê Eyn Îsayê, dibistanên gundên Til Temir, Al-Gozeliyê, Al-Derdara, Bab Alxêr, Ebûş, Til Cuma, Gozeliyê, Um Al-Kêf û avahiya şaredariya gundê Al-Derdara û Meclîsa Sivîl û zêdetirî 19 navendên kehrebeyê topbaran kirin.
Di heman demê de qetilkirina sivîlan, di serî de malbata Gulo ya pêşeng li pêş bû. Ev yek ji xeteriyên sûc in, ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya wê xwest ku istiqrara herêmê pêk bibe, tirsê bixe dilê şêniyan û nehêlin ku beşdarî çalakiyên avakirina civakê û parastina wê bibin.
Li hemberî êrişên terorîst û dagirkirinê yên Tirkiyê, hêzên me mafê parastina rewa, parastina sivîlan û herêmê bi kar anîn. Hêzên me di vê çarçoveyê de bersiva êrişên Tirkiyê dan. Bi dehan hewldanên dagirkirin û pêşketinê yên terorîstan têk birin. Li hemberî hemû êrişan, çi yên Tirkiyê bin, yan ên DAIŞ û yên aliyên din bin, careke din em teqez dikin ku em bi nirxên niştimanperwerî û exalqî yên parastina jiyaneke ewle ji xelkê re girêdayî ne. Em tekez dikin ku em ê xebatên rizgarkirina herêmên dagirkirî û qewitandina dagirkeran berdewam bikin.
Di têkoşîna me ya ya sala 2021’an a li dijî êrişên Tirkiyê û şaneyên DAIŞ’ê ya terorîst de, 148 şervan û fermandarên me gihaştin asta şehadetê.
Para herî mezin a sûcên ku Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ne ji bo armancên leşkerî tenê ne, di heman demê de ji bo ku zextê li niştecihan bikin û demografiya herêmê biguherin û xaka Sûriyê qut bikin. Hincet ji van sûcan re tunene. Mafê tu aliyekî navneteweyî an herêmê hinceteke qanûnî û siyasî ji dagirkeriya Tirk li herêmê berfireh ên Sûriyê, di serî de Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê peyda bike. Ji vî bingehî em bangên xwe ji bo aliyên navneteweyî, bi taybet dewletên garantor re dûbare dikin ku erkên xwe bi cih bînin, sûcên Tirkiyê rawestînin, zextê lê bikin da ku ji herêmên dagirkirî derkeve, garantiya vegera koçberan a li mal û warên xwe bide. Her wiha em bang li rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku komîteyeke navneteweyî ya serbixe ya lêlolînkirina sûcan ava bike da ku sûcên ku artêşa Tirk û komên terorîst ên girêdayî Enqere li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî pêk tînin, lêkolîn bikin û sûcdaran sewqî dadgehan bikin.
Di heman demê de em soza xwe ya bi tevahî pêkhateyên gelê xwe re nû dikin ku em amade ne di oxira parastina wan de hîn bêtir fedekariyan bidin. Em nahêlin ku hêzên terorîst bighêjin armancên xwe yên dagirkirina herêmê, koçberkirina niştecihan, peydakirina hawirdoreke ewle ji bo çalakrina şaneyên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê .”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk
06 çile 2022