Akademiya Şehîd “Dijwar Efrîn” a Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî, îro Şemiyê dewreyek nû bi navê Şehîd “Serbest Kobanê” ya 45 rojan bi beşdariya 60 şervanan bi dawî kir. Di dewreyê de şervanan waneyên fikrî û siyasî û perwerdeyên li ser cureyên cuda yên çekan wergirtin.
Merasîma derçûna Dewreya Şehîd “Serbest Kobanê” bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî “Riyad Al-Xelef” gotinek kir tê de bidawîkirina perwerdê li şervanan pîroz kir. Her wha tekezî li pabendiya bi rêgez û rêxistinbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê û şopandina rêya şehîdan kir.
Merasîm ji aliyê şervanan ve bi sondxwarina leşkerî bi dawî bû.
Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk