LI AKADEMIYA ŞEHÎD SIYAMAND 17’EMÎN DEWREYA DISPILÎNA LEŞKERÎ HATE VEKIRIN.

0 499

Roja Pêncşemê 6’ê Çile Akademiya Şehîd Siyamend li bajarê Reqayê dewreya xwe ya 17’emîn a Dispilîna Leşkerî ya sê mehan, bi navê Şehîd “Nûjiyan Ocalan” bi tevlîbûna  78 şervanan dest pê kir.

Fermandarên Dispilîna Leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, şêx û rûspiyên eşîreyan beşdarî merasîma vekirinê bûn.

Merasîma vekirinê bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanên Dispilîna Leşkerî torana leşkerî li dar xistin.

Fermandarê Hêzên Dispilîna Leşkerî “Sadiq Serê Kaniyê” vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir û bal kişand ser girîngiya pabendiya bi qanûn û dispilîna perwerdê. Her wiha tekezî li ser girîngiya perwerdeya bê dayîn kir ku; ji bo pêkanîna peywirên dê bikevin ser milên wan, parastina ewlekarî û bicihanîna zagonên leşkerî, di rewşa amadebaşiyê de bin.

Merasîm bi torana û sondxwarina leşkerî bi dawî bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.