DI BERSIVDANA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ DE ŞERVANEKÎ ME ŞEHÎD BÛ

0 41

Hêzên me di berxwedana li hemberî êrişên hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de berdewam in. Li kêleka hewldanên dagirkeriyê yên têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê, dixwaze dagirkeriya xwe ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re berfirehtir bike. Bi rêbazên topbarana bêserûber a bi çekên giran ên tank, topavêj, fûze û balefirên bêmirov, her di nav lêgerîna firsendê de ye ku derbasî gundên ku hê jî nişteciyên wan lê dijîn.

Şervanên me li hemberî çete û dagikeran berxwedam û lehengiyên mezin raber dikin. Ji gundewarên herdu bajarokên “Zirgan û Til Temirê” bigire heya gundewarên rojavayî “Girê Spî”, derdora bajarokê “Eyn Îsa” ta Kobanê û gundewarên wê were, hemû êrişên wan têk birin.

Li ser yek ji eniyên berxwedanên bêhempa yên hêzên me, şervanekî me piştî ku bi lehengî li hemberî êrişên dijmin li ber xwe da, şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Egîd Garzan.

Nav û Paşnav: Ehmed Silêman.

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dirbêsiyê 1.1.2000

Navê dayîkê: Fatme

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka tevlîbûnê: Hesekê 1.1.2020

Cih û dîroka şehadetê: Minbic 5.1.2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.