ŞÊX Û RÛSPIYÊN REQAYÊ… REDKIRINA “LEVHATINÊN” REJÎMA SÛRIYÊ

0 29

Şêx û rûspiyên êlên bajarê Reqayê roja Sêşem di 11’ê Çile de daxuyaniyek belav kirin û biryara “Levhatinan” a ku rejîma Sûriyê li bajarê “Al-Sebxa” ku bi navê “gunewarê rizgarkirî” tê naskirin, şermezar kirin.

Şêx û rûspiyên li taxa “El-Meşleb” a bajarê Reqayê, li mêvanxaneya Şêx “Huweydî El-Şlaş” şêxê eşîra “El-Efadîle” civiyan û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Geşedanên dîrokî û zivirînên ji ber fikrên mezhebî yên çors, di van yanzdeha salan li Sûriyê derbas bûne de, rûxîn, koçberkirin û xwînrijandina hatiye serê wê, salên giran li ser hemû pêkhatiyên gelên Sûriyê bûn. Ti malbat bê qurbanî nemaye, li hemû herêm û taxan xaniyên wêrankirî hene ku tişta hatiye serê Sûriyeya dîrok û şaristanî cihê heyf û mixabiniyê ye”

Daxuyanî wiha dewam dike: “Em bang li hemû gelên Sûriyê dikin ku toza li ser xwe daweşînin û li dijî rûberûkirinên mezin rabin ser lingan”

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: “Piştî ku me bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina van herêman û yekirina biryar û gotinê li ber xwe da, ji bo avakirina Sûriyeke azad, nûjen, demokrat û nenavendî, em bang li hemû ciwanên herêmên xwe dikin ku tevlî van ‘Levhatinan’ nebin”. Mebest bangeşeyên “Levhatinên” rejîma Sûriyê ye.

Daxuyanî wiha bi dawî dibe: “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê herêmên me ji qirêjiya terorê rizgar kirin û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk MSD’ê sîwana me ya siyasî ji bo danûstandinên hundirîn û derve, ji bo avakirina Sûriyeke demokarîk û nenavendî hate hêspartin, em pabendê her bostek ji axa Sûriyê ne. Ji bo avakirina bineyên hevjiyana azad ji hemû zarokên xwe re, heya pêkanîna serkeftinê, em ê li hemberî hemû gefan bibin yek dest”.

Leave A Reply

Your email address will not be published.