Thursday, July 7, 2022
HomemanshetBîlançoya 15 rojan a êrîşên dewleta Tirk a dagirker
manshetNûçe

Bîlançoya 15 rojan a êrîşên dewleta Tirk a dagirker

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê, sala borî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hemû hevpeymanên navdewletî û herêmî binpê kir û bi êrişên xwe gelek sûcan kiribû, 15 rojên destpêkê yên 2022an da jî ji êrişkariya xwe gav paş da neavêtîye. Dewleta Tirk a dagirker ji bêdengîya navnetewîyê sûd wergirt û di van 15 rojan da bi firsendekê dest bi êrişê li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, riya M4 a navnetewî, Til Temir û Dirbêsîyê êrişan pêk anî. Ji bo ku êrişên xwe yên li ser herêmê rewa nîşan bide, bi îddîayên wekî gelek şervanên me şehîd xistine, xwest rayagiştî qane bike. Lê berovajîyê wê bîlançoya jêr da xûya bike ku êrîşên wê yên li hember welatîyên me pêk aniyê da, li herêmê rê ji tevlihevîyê, qirkirinê û zindîkirina DAÎŞê ra vedike û ev bi aşkera berçavan e.

Encamên êrîşên dagirkeriyê ên 15 rojên destpêkê yên sala 2022an

Kobanê;

Balafirên keşfê 20 caran li ser asîmanên Kobanê û 4 caran jî di navbera Kobanê û Sirînê firîyane.

Di encama tobarana artêşa Tirk a dagirker li ser navenda Kobanê û gundên derdorê wê 5 ji wan giran 12 welatî birîndar bûne. Di demên cûda da gundê Qeremoxê ku dikeve rojhilatê Kobanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hat topbarankirin. Di wan topbaranê da 3 jin û zarokek birîndar bûn. Herweha kalekî ji vê gundê jî encama topbaranê da jiyana xwe ji dest da.

Artêşa Tirk di serî de navenda Kobanê kir hedef û dûre jî gundên di navbera navenda Kobanê û Girê Spî  gundên Qeremox, Xanê, Til Hacib, Serzorî û Gultepe topbaran kirin. Di encama topbaranê da sivîlek şehîd bû û 11 sivîl jî birîndar bûn. Di nav birîndaran de zarokekî lingekî wê qut bûye heye. Serfermandariya Dewleta Tirk van geşedanên bi giştî qewimîne ra bi şiklekî bi derew û şerekî taybet wek 12 şervanên me şehîd xistine ji çapemenî û rayagiştî re parve kiribû.

Dîsa li gundê Qeremoxê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi suîkastê 2 leşkerên rejîma Sûrî hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Girê Spî;

Gundên dikevin rojavayê Girê Spî jî bi awayekî dijwar hatin topbarankirin. Gundên Kor Hesen û Xirbet Beqer 3 caran û gundê golteb jî 6 caran bi obûsan hatin topbarankirin. Her weha gundên Bîr Nasir  jî bi dehan caran rastî êrîşên topbarana hawanan hat. Herweha gundên Silêbî, Bîr Xat, Um Huwêyş, Xirbet Faris, Serzûrî, Hurîye, Mixtariyê û El-Suwan bi awayekî dijwar bi obûs û havawan topbaran kirin. Gundê Cirin bi 3 caran hawanan û 2 mûşek hatin avêtin, gundê Zenûbiya 3 caran û gundê El Erîda jî 2 caran bi hawanan hatin hedefgirtin. Di encama topbaranê da sivîlek birîndar bû û ziyanên mezin ên maddî da gundan.

Eyn Îsa;

Dewleta Tirk a dagirker gundên Eyn Îsa ê milê rojava û rojhilatê dikevin bi obûs, hawan û gulleyên tangan hedef girtin. Gundên Hoşan û Xalidiyê ku dikevin rojavayê Eyn Îsayê bi obûs, hawan û gulleyên tangan hatin hedefgirtin. Di encama bombaranê da 3 sivîl birîndar bûn. Li gundê Sefawiyê û Fatsayê jî 11 guleyên hawanan ketin. Dîsa bi obûsan êriş birin li ser gundê Mişêrfa a li ser riya M4 e û dikeve rojhilatê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsa.

Til Temir;

Gundên li ser xeta Til Temir û Zirganê ne, bûn hedefa obûs û wartêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Bi topên hawanan bi dijwarî gundên Um El Kêf, Til Kîfçî, Til Tewîl, Til Cûma û Til Şenan hatin topbarankirin. Herweha gundên Dirdara 6, gundê Um El Kêf 32, El Ebûş 9, Til Şenan 2, gundê Kozelîyê û Til Tewîl 10 û gundê Til Cûma jî 3 gulleyên obûsan hatin topbarankirin. Piraniya gundan de ziyanên maddî çêbûne.

Zirgan;

Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi gulleyên obûsan li navenda navçeya Zirganê xistin û bi obûs û hawanan êrîş birin li ser gundên girêdayê Zirganê Esediyê, Nîwîhat, Til El Werd û Til Şeîr.

Dîsa li ser xeta Til Temir û Zirganê balafirên keşfê çend rojan digerîyan.

Minbic;

Li asîmana Minbicê gera balafirê keşfê dem bi dem berdewam kir û di encama lêdana balafira keşfê a dronê da sivîlek birîndar bû.

Til Rifat;

Li Til Rifatê û derdora wê bi topên obûsan hat topbarankirin.

Şehba;

Gundên girêdayê herêma Şehba û gundên girêdayê Efrînê, bi obûs û hawanan hatin hedef girtin. Li gundê Eyn Deqnê 6, Til Madîqê 4, Hirbilê 4, Minixê 2, Şiwarika 7 û bendava Şehbayê 4 guleyên obûsê ketin. Dîsa li ser gundên Belûnîyê û Şêx Îsa hem bi topbarana hawanan çêbûn hem jî 10 guleyên obûsê avêtin van gundan.

Gundên Maranez û Malîkîyê ê li ser navçeya Şera ya Efrînê 9 guleyên obûsê û 6 guleyên obûsê avêtin gundê Îrşadîyê. Dîsa 30 topên hawanê avêtin gundê Soxanekê ê girêdayê Şêrewa.

Di vê herêmê da girêdayê êrîşên topbarana dewleta Tirk a dagirker balafirên keşfê jî qederekî gerîya.

Artêşa Tirk a dagirker ji xeta Şehbayê heta Zirganê di kêleka van êrişan bi sedan car bi çekên giran êriş kiriye.

Di van 15 rojan da artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê;

Li zêdehî 225 caran bi hawan, obûs û bi tangan êrîş kiriye. Di encama van êrişan de 31 welatîyên me birîndar bûne. 1 welatiyê me jî jiyana xwe ji dest daye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ti rewşan da ku cîhên hene nayên hedefgirtin û bê kirin sûc e, kir. Mizgefta li gundê Zirganê ji aliyê dagirkeran ve hat hedefgirtin û xirakirin.

Navenda Ragihandina QSD

17ê Çile 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *