EL-FEREC: QSD’Ê HERÊMÊN ME RIZGAR KIRIN Û LEVHATINÊN REJÎMÊ JI BO FÎTNEYÊ NE

0 48

Şêx Hamid El-Ferec şêxê qebîleya “El-Wilde” di hevdîtina bi me re li Tebqayê xelkên herêmê hişyar kirin ku li peyî tişta rejîm jê re dibêje “levhatin” nekevin. Levhatinên rejîmê xwedî ecîdeyên biguman ên ziyanê digihînin ewlehiya herêmê û aramiya wê. Levhatin bi sûcdaran re tê kirin.

El-Ferec got: “Em baladar in bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê re bibin yek dest ku herêmên me ji terora DAIŞ’ê ya ku sûcên herî hov li dijî gelê me pêk anîne, rizgar kirine.

El-Ferec îşaret bi wê yekê kir ku ew weke eşîrên Ereb dikarin ewlehî û aramiya herêmên xwe biparêzin. Ew yek jî bi saya projeya Netewa Demokratîk ku rêzê ji hemû pêkhateyên Sûriyê re digire, pêk hatiye.

El-Ferec pirsî û got: “Gelo dema ku rojane terorê xwîna me dirjand, levhatinên rejîmê li ku bûn? Çawa kesê zarokên gelê xwe dikuje dikare bi mexdûrên sûcên xwe re li hev were?”

El-Ferec bi bîr xist ku hemû kesên li herêmên Dera û yên dîtir bi levhatinan rabûne, yan di zîndanên istixbarata rejîmê de gitî ne yan jî reviyane. El-Ferec da zanîn ku levhatin; hîleyên dezgehên ewlekarî û hewldanek gotegotên fîtnê û xirakirina pêkve jiyanê ne.

El-Ferec tekez kir ku hewldanên rejîmê qet bi ser nakevin û wiha bi dawî kir: “Aloziya Sûriyê bê beşdarbûna QSD’ê û Rêveberiya Xweser nikar bê çareserkirin. Ji ber ku nûnertiya beşek mezin ji zarokên Sûriyê dikin”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.