Wednesday, August 17, 2022
HomeDaxuyanîHAT NÛKIRIN – 300 ÇETEYÊN BEŞDARÎ ÊRIŞA SER ZINDANA SÎNAA KIRIBÛN, XWE RADEST KIRIN
DaxuyanîmanshetNûçe

HAT NÛKIRIN – 300 ÇETEYÊN BEŞDARÎ ÊRIŞA SER ZINDANA SÎNAA KIRIBÛN, XWE RADEST KIRIN

Piştî banga xweradestkirina bi ewle û teslîmkirina çekan, hêzên me îro di saet 05.00’an de avêtin ser yek ji avahiyên girtîgehê ku çeteyan tê de mewzî girtibûn û nêzî 300 çeteyan xwe radestî hêzên me kriin.

Oparasyon li gorî plansaziya hatiye destnîşankirin dewam dike.

Her wiha hêzên me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemleya paqijikirina taxa Gwêran û vedûketina şaneyên terorîst ên ku hewl dane piştgiriyê bidin çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgehê, dewam dike. Hêzên me ji ber hebûna sivîlan li herêmê, asteke bilind a hişyarî û hestiyariyê nîşan didin ku li hinek xalan weke mertalên zindê ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn. Di şerê bi wan şaneyan re, 8 terorîstên xeternak hatin kuştin.

Di heman pevçûnan de şervanekî me jî şehîd bû.

Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûryeya Demokratîk

  1. Çile 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *