Êrîşên dagirkeran ên bejahî vala hatin derxistin û hêzên me derb li dagirkeran da

0 505

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Êrîşên çeteyên DAIŞê ên 20ê mehê li ser Hesekê dabû destpêkirin û bê encam ma, bi vê ve girêdayî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî li Eyn Îsayê bi hewayî û bejahî êrîş birin li ser hêzên me û warên sivîlan.

– 22ê mehê da artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Hoşan, Xalidîyê ,Mealik ,Mişêrfa, Cehbel, Hîşê, El Salihîyê, El Qadirîyê, Fatsa û El Erîşa bi dijwarî da ber topan ku di van gundan da şênî bi xwe dijîn. Di encama topbaranê da 3 sivîl jîyana xwe ji dest dan û 11 sivîl birîndar bûn.

– Di 23ê mehê da artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Eyn Îsa û derdora wê bi dijwarî topbarankir. Dîsa heman rojê gundên Bîr Îsa, Bêlûnê, Sêgiro û Bîr Nasir bi çekên giran hatin hedefgirtin.

– 23ê mehê da çeteyên artêşa Tirk a dagirker xwestin li bejahîyê êrîş bibin li ser gundê Bîr Îsa lê hêzên me çeteyan ferq kirin. Di navbera hêzên me û çeteyan da şer û pevçûn derketin. Di van pevçûnan da 10 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Herweha 2 seyare û 2 çeperên çeteyan hatin rûxandin.

Encama şer û pevçûnan wiha ye:

10 çete hatin kuştin

2 çete birîndar bûn

2 seyare û 2 çeperên çeteyan hatin rûxandin

3 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 11 sivîl jî birîndar bûn

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê

25ê Çileya 2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.