Wednesday, August 17, 2022
HomemanshetNEH KARMENDÊN ZINDANA SÎNA’A YÊN DÎL HATIN RIZGARKIRIN
manshetNûçe

NEH KARMENDÊN ZINDANA SÎNA’A YÊN DÎL HATIN RIZGARKIRIN

Hêzên me du di saetên êvarê de di çalakiyên ewlehî û leşkerî yên hestdar û baldar de bi ser ketin û 9 karmendên zindanê ku dîl ketibûn destê terorîstên DAIŞ’ê rizgar kirin û veguhestin cihên bi ewle.

Hemleya paqijkirina terorîstên DAIŞ’ê yên li malên sivîlên taxa El-Zihûr xwe bi cih kirine û plana êrişên piştgiriya terorîstên li zindana Sînaa mane dikirin, bi kuştina 5 terorîstên kemberên teqemeniyê li xwe kiribûn bi encam bû.

Li taxa Gwêran a rojhilat, hêzên me çalakiyên li dijî hêlinên terorîstan li dar xistin. Di şer û pevçûna bi wan re 2 xwekuj di nav de bi giştî 9 terorîst hatin kuştin.

Li başûrê Hesekê li kêlekên Çemê Xabûrê hêzên me li dijî terorîstên DAIŞ’ê yên plan dikirin destek bidin terorîstên li zindana sînaa, çalakî li dar xistin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Hezên me oparasyonên xwe yên ewlehî û leşkerî gelek bi hestiyarî li zindana Sînaa, derdora wê, gundewarên Dêrazorê û herêma Reqa didomînin.

Navenda Ragihandinê Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

25.1.2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *