HÊZÊN ME LI BEŞA HERÎ MEZIN A ZINDANA SÎNAA REWŞÊN XETERNAK KONTROL DIKIN

0 538

Hêzên me bi oparasyonên ewlehî û leşkerî yên hestdar ên çend rojên borî bi ser ketin û rewşên ewlekariyê yên xeternak li beşa herî mezin a zindana Sînaa li Hesekê û derdora wê ku rastî êrişa terorîstên DAIŞ’ê hatibû, kontrol kriin. Hêzên me hê zêdetir  endamên terorîst ên ku êrişî zindanê kiribûn girtin û endamên din ên beşdarî isyana hemwextî êrişan bibûn, tûşî xweradestkirinê kirin.

Hejmara endamên terorîst ên ku hêzên me ew mecbûrî xweradestkirinê kirine bilind bû û nêzî Hezar çeteyî ne. Hemleya hêzên me û oparasyonên ewlekariyê ji bo kontrolkirina tevahiya zindanê didomin.

Her wiha hêzên me li herêmên Dêrazorê, Reqa û Hesekê bi baldarî hemleyên berfireh ên paqijiyê didomînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

26 Çile 2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.