Wednesday, September 28, 2022
HomeDaxuyanîEm şehîdên Pêngava Gurzên Gelan ên mirovahîyê ji xetereyekê mezin parastin bi rêzdarî bi bîr tînin
DaxuyanîmanshetNûçeŞehîdên me

Em şehîdên Pêngava Gurzên Gelan ên mirovahîyê ji xetereyekê mezin parastin bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

11 şervanên me ên ku di dîroka 20 û 24 mehê a Pêngava Gurzên Gelan da li dijî êrîşên DAIŞê a li ser Hesekê bi qehremanî gihiştibûn şehadetê ji gelê me û raya giştî ra parve dikin.
Dewleta Tirk a dagirker bi rasterast êrîşa DAIŞê a li ser girtîgeha Hesekê ku bi hezaran çeteyên DAIŞê girtîbûn bidin revandin û serwerîya xwe destpêkê li Hesekê û pişt ra li tevahî herêmên bin serwerîya hêzên me da bi dest bixe, plan kir û xist dewrê. Berxwedanîya bi şeva 20ê Çileyê destpêkir di roja 26ê Çileyê salvegera rizgarkirina Kobanê da bi dawî bû. Dîrok careke din xwe dûbare kir û vê carê gurzekê li dagirkeran xist.
Pêngava Gurzên Gelan bi berxwedanîya şervanên me ji dîrokê ra peleke nû vekir. Di navbera 20 û 26ê meha Çileyê da li Hesekê plansazîya dewleta Tirk a dagirker ku bi destê DAIŞê xist merîyetê bi berxwedanî û têkoşîna şervanên azadîyê ve hat têkbirin. Ev pêngav her çi qas kurt ajotibe jî bi xwe ra hem ji bo herêmê hem jî ji bo cîhanê encamên girîng derxist holê. Şehîdên Pêngava Gurzên Gelan careke din mirovahiyê ji xetereyeke mezin parastin. Bi vê berxwedanîyê ra derket holê ku têkoşîna li dijî DAIŞê ji herêmê û cîhanê ra aramî û ewlehî ye.
Ê ku Pêngava Gurzên Gelan bi serkeftinê tacîdar kir şehîdên me bûn. Ji roja destpêkê heta dawîyê bi fedakarî, bi wêrekî şerkirin. Têkoşîna wan a serkeftî aramîya herêmê tekez kir. Careke din nehiştin tarîtî li ser herêmê serwer bibe. Ji ber vê şehîdên Pêngava Gurza Gelan di dîroka têkoşîna me da cîhekî cûda bigrin.
Em di şexsê şehîdên Pêngava Gurzên Gelan tevahî pakrewanên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Keda wan a hertim xizmeta gelên meda bû wê ticarî neyê jibîrkirin û em jî careke din soza xwe dûbare dikin ku keda wan bi azadî û serketina mayînde re tacîdar bibe.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Ararat Çilaxa
Nav û Paşnav: Xidir El Ibêd
Navê dayik: Efra
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Çilaxa
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Azad Qamişlo
Nav û Paşnav: Izedîn Mihemed
Navê dayik: Selma
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Tirbespîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 20 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Dilşêr Qamişlo
Nav û Paşnav: Fadî Yusif
Navê dayik: Cewahir
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Til Berak
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Egîd Agirî
Nav û Paşnav: Mihemed Hecar
Navê dayik: Rifa
Navê bav: Ebdo
Cihê ji Dayikbûnê: Amûdê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Kaya Rojava
Nav û Paşnav: Reşad Yunis
Navê dayik: Qesîda
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Korçolî
Nav û Paşnav: Xebat Mihemed
Navê dayik: Ayşe
Navê bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 24 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Lorens Hesekê
Nav û Paşnav: Mihemed Dexîl
Navê dayik: Xada
Navê bav: Fîras
Cihê ji Dayikbûnê: Dirbêsîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Mahsûm Doxan
Nav û Paşnav: Îsa Horo
Navê dayik: Hebîbe
Navê bav: Ebdilrehman
Cihê ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Şivan Qamişlo
Nav û Paşnav: Şivan Hisên
Navê dayik: Bedîa
Navê bav: Osman
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

 

Nasnav: Şîyar Qamişlo
Nav û Paşnav: Se’ed Namo
Navê dayik: Xense
Navê bav: Miheemed
Cihê ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

 

 

Nasnav: Tufan Mihemed
Nav û Paşnav: Egîd Xelîl
Navê dayik: Mîdya
Navê bav: Mihemed
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 22 Çileya 2022

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê
28ê Çileya 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published.