Ji Gelê me û Rayagiştî re!
Di çarçoveya Pêngava Gurzên Gelan a li dijî şaneyên DAIŞê ên êrîş anîbûn li ser gîrtîgeha Hesekê a Xiwêranê, hêzên me piştî kontrolkirina girtîgehê operasyonên paqijkirinê dan destpêkirin. Di van operasyonan da 4 rêhevalên me û li Dêrazorê hevalekî me jî dema ku hêzên me operasyonên li dijî şaneyên veşartî ên DAIŞê li dar xisti bû, bi giştî 5 rêhevalên me di dîroka navbera 26 û 30ê mehê bi çeteyan ra ketin pevçûnan, bi wêrekî şerkirin û gihîştin şehadetê.
Em rêhevalên xwe Harûn, Sîpan Dîrbêsîyê, Sîpan Meyadin, Xeyrî û Fayiz yên li dijî DAIŞê bi lehengî û wêrekî şerkirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Jiyananeke hevpar û azad, hêvîyên gelan a bi sedsalan e ye ku li ser vê xakê tê xeyal kirin û ew xeyal û hêvî encax bi dayîna berdêlên giranbûha ve pêk bê. Şehîdên Pêngava Gurzên Gelan, tovên azadîyê ku ev 10 sal e li ser vê xakê hatîye çandin, xort û keçên herî bedew careke din bi xwîna xwe ya sor av dan û şîn kirin. Em deyndarê hemû şehîdan in û em soza xwe dûbare dikin ku, xeyalên pakrewanên me ê nîvçomayî bi têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê. Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan ra û gelên xwe ra dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Harûn
Nav û Paşnav: Mihemed El Elî
Navê dayik: Ezîze
Navê bav: Mihemed Salih
Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022
Nasnav: Sîpan Dirbêsîyê
Nav û Paşnav: Malik Hisên
Navê dayik: Fatma
Navê bav: Ebdo
Cihê ji Dayikbûnê: Dirbêsîyê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022
Nasnav: Xeyrî Qamişlo
Nav û Paşnav: Edhem Îbrahîm
Navê dayik: Sultana
Navê bav: Şûkrî
Cihê ji Dayikbûnê: Amudê
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 30 Çileya 2022
Nasnav: Sîpan Meyadîn
Nav û Paşnav: Ebûd El Selîm
Navê dayik: Sena
Navê bav: Îd
Cihê ji Dayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 26 Çileya 2022
Nasnav: Fayiz
Nav û Paşnav: Fewaz El Xelef
Navê dayik: Yazê
Navê bav: Ehmed
Cihê ji Dayikbûnê: Dêrazor
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor | 30 Çileya 2022
Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê
1ê Sibata 2022