Saturday, June 25, 2022
HomeDaxuyanîJi Çapemenî û Rayagiştî re!
Daxuyanîmanshet

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

Di 20ê Çileyê da êrîşên berfireh ên li ser girtîgeha Hesekê a DAIŞî têdebûn rasterast bi alîkarî û plansazîya wê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû kirin pêşdebirin. Ev êrîş bi lehengîya hêzên me û bi hişyarbûneke bilind agelên me yê herêmê hat valaderxistin û têkbirin. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de derba duyemîn li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat xistin. Ji bo ku êrîş encam bigre û tevlîhevî li herêmê bê çêkirin ji alîyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve heman demê li ser enîyên Til Temir, Eyn Îsa û deverên din êrîş hatin kirin. Hêzên me van êrîşan jî vala derxistin û dagirkeran encam negirtin.

Dewleta Tirk a dagirker çawa ku li Hesekê, Til Temir û Eyn Îsayê encam negirt, ji ber hêrsa têkçûna xwe, bi erêkirina koalîsyona navnetewî qadên hewayî bo dewleta Tirk a dagirker re hat vekirin. Roja 1ê Sibatê saet 10ê şevê bi balafirên şer êrîşê stasyona kehrebeyê a Gir Kendalê a nêzî gundê Teqil Beqil a girêdayî Dêrika Hemko ye kir. Di encama bombebaranê da stasyona kehrebeyê hilweşîya û 4 şervanên me ên erka parastina stasyonê dikirin şehîd bûn û 5 karmendên stasyonê jî birîndar bûn. Di vê êrîşa hewayî de şervanên me Sîyamend Efrîn, Xemgîn Efrîn, Şîyar Kobanê û Mihyedîn Dêrik şehîd bûn.

Ev du roj e gelên herêmê şehîdên Hesekê ku li dijî DAIŞê bi lehengî şer kiribûn bi merasîman tên oxirkirin lê tehemmûla dewleta Tirk a dagirker bi van jî tûneye. Diyar e ku ev êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê agahîya Hêzên Koalîsyona Navnetewî nayê kirin. Di encama van bombebaranan da welatiyên me, gundewarên me, kargeh û karmendên wî tên hedefgirtin û bi vî rengî dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrîşên xwe bi rewa nîşan bide.

Em wek Hêzên Sûrîya Demokratîk li hember van êrîşan ti car bêdeng namînin û hesabê wê jî bipirsin.

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê

2ê Sibata 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *