Saturday, June 25, 2022
HomeDaxuyanîTÊKILDARÎ BOMBEKIRINA BAJARÊ BABÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Daxuyanîmanshet

TÊKILDARÎ BOMBEKIRINA BAJARÊ BABÊ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

Malperên girêdayî dewleta dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê idîayên çêkirî û dubarekirî yên bê isbat ku hêzên me bi bombebarana bajarê Babê tawanbar dikin, belav kirin. Em tekez dikin ku ti têkîliya hêzên me bi topbaranê û buyerên dîtir re nîne ku dagirkeriyê paralelî êrişa terorîstên DAIŞ’ê li ser zindana Sînaa ya li Hesekê afirandine.

Ew tawanên çîkirî li dosyaya xerab a istixbarata Tirk û ajanên wê zêde dibe ku ji ber berjewendiyên kirêt yên Tirkiyê yên êdî ji raya giştî re naskirî ne, ji bo Sûriyeyiyan bînin rûbirûyî hev, bûyeran diafirînin û sûcan pêk tînin.

Mildana dagirkeriya Tirk ji sûcan re, piştgirî û birêvebirina sûcdarên şer ên çeteyên “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê”, ne tiştekî veşartî ye. Hemû aliyên dixwazin berpirsên topbarana dawî ya li ser bajarê Babê nas bikin, bila li odeyên taybet ên istixbarata Tirk û çeteyên wê bigerin.

Di heman dem de, piştî ku hêzên me plana mezin a terorîstên DAIŞ’ê li ser bajarê Hesekê têk birin, dagirkeriya Tirk bi êrişeke nû topbarana li ser dehan gund û herêmên bi ewle li Dêrik, Zirgan, gundewarên rojavayê Girê Spî, Minbic, herêma Şehba û gundewarên başûrê Efrînê didomîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk

2 Sibat 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *