Wednesday, September 28, 2022
HomemanshetDEWREYEK NÛ LI AKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEST PÊ KIR
manshetNûçe

DEWREYEK NÛ LI AKADEMIYA ŞEHÎD DIJWAR EFRÎN DEST PÊ KIR

Li Akademiya Şehîd “Dijwar Efrîn” a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî, roja Pêncşemê di 3’yê vê mehê de dewreyek nû bi navê Şehîd “Ferhan El-Elî” dest pê kir. Di dewreya 45 rojan de wê dersên siyasî û perwerdeyên leşkerî li ser gelek cureyên çekan bên dayîn.

Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtinê dest pêk kir. Piştre Fermandarê Meclîsa Girê Spî “Riyad El-Xelef” axaftinek kir û vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Her wiha tekez kir ku; tevî şert û mercên dijwar, astengî û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em tevlîbûna zarokên xwe nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de qebûl dikin ku ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê, fedekariyek mezin raber dikin.

Merasîma vekirinê bi sondxwarina leşkerî bi dawî bû.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published.