Thursday, June 30, 2022
HomeDaxuyanîEm 7 rêhevalên xwe yên li Pêngava Gurzê Gelan û Dêrikê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin
Daxuyanîmanshet

Em 7 rêhevalên xwe yên li Pêngava Gurzê Gelan û Dêrikê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji Gelê me û Rayagiştî re! 

  1. Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞê bi ser girtîgeha Hesekê di roja 23ê Çileyê rêhevalên me Îsa, Medenî û Xidir bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.

 

  1. Bi plansazîya mezin a êrîşên DAIŞê bi ser girtîgehê ku dewleta Tirk a dagirker bi yekser destek dabû vê êrîşê, bi fedakarîya şervanên me û gelên herêmê re ev êrîş hat valaderxistin. Piştî têkbirina vê êrîşê, bêtehemûlîya dewleta Tirk a dagirker vê binketinê ra roja 1ê Sibatê bi balafirên şer êrîşê stasyona kehrebê a nêzî gundê Teqil Beqil a girêdayî Dêrikê ye, kiribû. Di vê êrîşê de rêhevalên me Mihyedîn, Xebat, Sîyabend û Şîyar ku ewlehîya stasyona kehrebê de erkdar bûn gihîştin asta şehadetê.

 

Rêhevalên me Xemgîn, Şîyar, Medenî û Sîyabend li her deverê Kurdistanê li dijî dagirkerîyê bi sekna fedaîyane têkoşîyane, bi Şoreşa Rojava re li li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî li dijî dagirker û çeteyên wê bi heman têkoşînê meşandine û kesayetên xwedî şerker di xwe de avakirine. Her rêhevalekî me evîndarê gel û welatê xwe ye û hêvîyên wan bi serkeftinê kilît bûye û bawer dike ye. Ev 4 rêhevalên me jî bi van hest û bawerîyan, hêvîyên xwe yên azadîyê di her lahza jîyana xwe de radixistin berçevan. Ji roja tevlîbûna meşa azadîyê heya roja şehadetê jî bi dayîna kedê re nirxên mezin avakirine. Di şert û mercên herî zehmetê de, erk çi dibe bila bibe, biryarbûn û girêdanbûna xwe ya şehîdan, gel û Serokatîyê raxistine holê.

Rêhevalên me Îsa, Xidir û Mihyedîn ku ew jî zarokên vê gel û axê ne, di dem û pêvajoyên cûda yên Şoreşa Rojava de erk û berpirsyartîyên xwe pêkanîne û li dijî her cûre dagirkerîyê re amadebûne û bidil têkoşîyane.

Di şêxsê 7 rêhevalên xwe yên şehîd bûne de, em hemû pakrewanên xwe bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxîyê ji malbatê şehîdên xwe re û gelên xwe re dixwazin. Bîranên wan têkoşîna me a li dijî dagirkerîyê de bibe rêber û careke din soz didin şehîdên xwe, gelên xwe û Serokatîya xwe ku emê têkoşîna me ya azadîyê bi serkeftinê tacîdar bikin.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Mihyedîn

Nav û Paşnav: Mihemed Mihemed

Navê dayik: Amîna

Navê bav: Hesen

Cihê ji Dayikbûnê: Dêrik

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Sîyabend Bêkes

Nav û Paşnav: Ebdilrehman Şêxo

Navê dayik: Yasmîn

Navê bav: Mûsa

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Şîyar Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Îsmaîl

Navê dayik: Ferîde

Navê bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Xemgîn Bilbil

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê dayik: Zelûx

Navê bav: Hesen

Cihê ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik | 1ê Sibata 2022

Nasnav: Îsa

Nav û Paşnav: Îsa Ebdulah

Navê dayik: Amîna

Navê bav: Ehmed

Cihê ji Dayikbûnê: Amûdê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

Nasnav: Medenî Norşîn

Nav û Paşnav: Medenî Bozkurt

Navê dayik: Nûrîye

Navê bav: Riza

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

Nasnav: Xidir

Nav û Paşnav: Xidir El Salih

Navê dayik: Emşa

Navê bav: Hisên

Cihê ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 23ê Çileya 2022

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê

 

6ê Sibata 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *