LI DÊRAZORÊ ŞANEYEK XWEKUJ A DAIŞ’Ê HAT GIRTIN

0 528

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Hejînê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê 2 terorîstên DAIŞ’ê ku kemberên teqîner li xwe kiribûn û ji bo çalakiyên terorî li bajarokê Zibyan ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, xwe amade kiribûn, girtin.

Yek ji terorîstan ji Îraqê ye û yê din jî ji Tirkistanê ye. Şervanan dest danîn ser hejmarek çek, cebilxane, alavên pevgihandinê û belgeyên piştrast dikin ku ew terorîst ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ku jêr serweriya dagirkeriya Tirk de ne, hatine.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.