dewreya heştemîn li Akademiya Şehîd “Ehmed El-Elî” bi dawî bû

0 566

Akademiya Şehîd Ehmed El-Elî a li bajarê Reqa dewreya xwe ya heştemîn a Hêzên Erka Xweparastinê bi dawî kir
Şandeyek ji saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şervanan beşdarî merasîma mezûniyetê bûn.
Dewreya bi navê şehîd Mezlûm Muslim, du mehan dewam kir, 292 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ji gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî dewreyê bûn, di dewreyê de dersên ramyarî û leşkerî û siyasî wergirtin.
Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna canê şehîdan dest pê kir û piştre ji aliyê şervanan ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.