Şêniyên Şedadê cenazeyên sê şehîdan oxir kirin

0 566

bi sedan şêniyên bajarê Şedadê cenazeyên 3 şehîdên ku di hemleya “Gurzê gelan” de şehîd bûbûn, spartin axê.
Hejmarek zêde ji malbat, hêzên leşkerî, saziyên sivîl û malbatên şehîdan beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pak ê şehîdan dest pê kir û piştre şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk toraneke leşkerî lidarxistin. Piştre rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan “Ewdet El-Hisên” axaftinek pêşkêş kir û tê de qala fedekariya şehîdan a ji bo parastina azadiya welat û gelê xwe kir. Wî bal kişand ser rola mezin a şehîdan di azadkirina civakan û rizgarkirina wan ji lepên terorê.
Piştre nasnameya şehîdan wiha hate eşkerekirin:
1 – Şehîd Ferhan Ebdulqader Ebdulrehman
2 – Şehîd Xalid Ecem El-Hisên
3- Şehîd Xalid Silêman El-Mehel
Piştre wesîqeta nasnameyan radestî malbatên şehîdan hatin kirin, û cenazeyên şehîdan ji aliyê hevrêyan ve li ser milan hatin hilgirtin û di nava tilîlî û dirûşmeyan de slavên şehadetê û rûmeta şehîdan spartin axê.

Leave A Reply

Your email address will not be published.