Thursday, August 11, 2022
HomemanshetLi Dêra Zorê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û yek jî hat girtin
manshetNûçe

Li Dêra Zorê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin û yek jî hat girtin

Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya encûmenên leşkerî yên xwecihî, çend operasyonên ewlekarî û leşkerî li dijî şaneyên terorîst ên girêdayî DAIŞê li herêma Dêrezorê pêk anîn û di encamê de yekîneyan terorîstekî metirsîdar kuştin û terorîstekî din jî girtin.
Di operasiyoneke leşkerî û ewlekarî de ji aliyê yekîneyên taybet ve li dijî şaneke terorîstî ya girêdayî DAIŞê li bajarokê Cezra El-Milag, serkirdeyekî terorîstî yê metirsîdar bi navê (Ebû Hemze Şamiyê) ku plan û operasiyoneke terorîstî li ser navendek Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li gundê El-Zir li rojhilatê Dêra Zorê di 10ê vê mehê de armanc kiribû û bû sedema şehadeta 5 şervanan.
Terorîst Ebû Hemze yek ji terorîstên herî metirsîdar ên DAIŞê li herêma Dêrezorê tê dîtin û berpirsê amadekirina plan û operasyonên terorîstî li herêmê ye, ku şervanên me, kesayetî û Rûsipiyên li herêmê armanc girtin.
Di operasyoneke din a cuda ya yekîneyên taybet terorîstê bi nave Şukrî Kemal Xelîl li gundê Zghair li gundewarê rojavayê Dêra Zorê hat girtin. Terorîst Şukrî Xelîl jî yek ji wan berpirsên belavkirina çek û cebilxane û madeyên teqîner li ser şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞê li herêma Dêrezorê ye.
yekîneyên me dest danîn ser miqdareke mezin ji çek, cebilxane û madeyên hişbir.
Di çend rojên borî de hêzên me terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Karz li bajarê Reqayê ku berpirsê belavkirina pereyan û fînansekirina şaneyên terorîstî yên rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, girtin.

Ebû Hemze Şamiyê
Şukrî Kemal Xelîl

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *