Sunday, June 26, 2022
HomeDaxuyanîEm hevrêyên xwe Cûdî, Serhed û Botan ên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin
DaxuyanîmanshetNûçeŞehîdên me

Em hevrêyên xwe Cûdî, Serhed û Botan ên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Bi dagirkirina Efrîn, Serêkanîyê û Girêspî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her çi qas ji alîyê hêzên garantoran ve sînorek ji bo dewleta Tirk a dagirker hatibe dayîn jî  lê li tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê bûye hedefa dagirkeran û êrîşên bêsînor ên hewayî û bejahî pêk tên. Dewleta Tirk a dagirker dema van êrîşan pêktîne ji bêdengîya hêzên navnetewîyê sûdwerdigre ango hêzên garantor çavên xwe ji van êrîşan digrin û dibin kerr û lal.

 

Yek ji van êrîşan jî roja 13ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obûs û hawanan êrîş birin li ser xalên hêzên me ên li Eyn Îsayê. Di encama van topbaranê de 2 hevrêyên me gihîştin şehadetê.

 

Herweha, hevrêyê me Serhed Harun ku ev demeke dirêje bi nexweşîyekê giran re têdikoşîya tevî hemû hewildanan jî roja 8ê Sibatê tevlî karwanên nemiran bû.

 

Hevrêyê me Botan ji bajarê Kobanê ye û ji şerê destpêkê ên 2013an tevli têkoşîna azadîyê bûye. Di şerê Kobanê û li herêmên din li dijî şerê DAIŞê de cîhê xwe digre. Hevrêyê me Cûdî û Serhed di demên cûda tevli têkoşîna me ya azadîyê bûne. Her du heval jî şerê li dijî DAIŞê şerê bêeman meşandine û têkçûna DAIŞê de para wan heye. Di pêngavên dîrokî ên Kobanê, rizgarkirina Girêspî, Minbic, Hol, Dêrazor û Reqayê têkoşîyane û erk û peywirên dikevin li ser milan wan bêkêmasî pêk anîne.

Her sê hevrêyên me jî di şer û jiyana xwe kirine yekpare û ji bo azadîya gelê xwe û herêmê berpirsyartîyên xwe yên şoreşgerî, welatparêzî û mirovatîyê heya kêlîya dawî a jiyana xwe bi pîvan tevgerîyane. Em di şexsê hevrêyên xwe Botan, Cûdî û Serhed de hemû şehîdên xwe yên nemir bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji her sê malbatên şehîdên xwe û gelê xwe yê berxwedêr ra dixwazin. Em careke din soz didin ku wê ti xeyal û hêvîyên gel û şehîdan nîvço nemîne û ji bo temamkirina wan emê heta dawîyê têkoşînek bêeman bimeşînin.

 

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Botan Bexdik

Nav û Paşnav: Mihyedîn Ehmed

Navê dayik: Cemîle

Navê bav: Hecî

Cihê ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13ê Sibata 2022

 

Nasnav: Cûdî Firat

Nav û Paşnav: Azad Aris

Navê dayik: Aysel

Navê bav: Ebdulah

Cih û dîroka şehadetê: Eyn Îsa | 13ê Sibata 2022

 

Nasnav: Serhed Harun

Nav û Paşnav: Ersîn Şahîn

Navê dayik: Xatûn

Navê bav: Qasim

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê | 8ê Sibata 2022

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê | 17ê Sibata 2022

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *