Li Dêrazorê 2 çeteyên DAIŞê ku yek ji wan zarok e hatin girtin

0 553

Ji Çapemenî û Rayagiştî re!

 

Têkoşîna me ya li dijî terorê bi biryardarîyeke xurt berdewam dike. Terorîsta rêxistinî a DAIŞê ku dixwaze careke din li herêmê xwe rêxistin û serwer bike serî rêbazên cûrbicûr da. Çeteyên DAIŞê bi êrîşên xwekuj, bi qirkirina sivîlan re metirsîyê li herêmê çêbike û welatîyan ji xwe re mertalek bikar bîne, dike. Ew rêbazana ji hêla hêza me ve hatin valaderxistin.

 

Di roja 15ê Sibatê hêzên me li bajarokê Dîbanê a bi ser Dêrazorê ye operasyonek li dar xist û 2 çeteyên DAIŞî hatin girtin. Hedef û armanca van her du çeteyan herêma Rêveberîya Xweser a li rojhilatê Dêrazorê bû.

 

Tariq Reşîd Seîd El-Hemo bi nasnav Usama Qerdaş ku welatîyê Îraqî ye, di çend şerên ligel rêxistina terorîst a DAIŞê de beşdar bûye û destên wî di xwîna gelek mirovên bêguneh de heye. Bi tevî çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ji bo êrîşa herêma rojhilatê Dêrazorê ji çolistana Palmîra derbasî Dêrazorê dibin.

 

Çeteyê 14 salî ê bi navê Ferhad Ebdulrehman El-Tirkistanî ku malbata wî li Tirkiyê ye, ew derbasî Sûrîyê dibe û ji wir tevli DAIŞê dibe. Bavê vî çeteyê jî endamekî DAIŞî bû ku li Helebê hatibû kuştin. Dema ku hêzên me sala 2019an şerê dawî ê li Baxozê de ev çete û malbata wî ji alîyê hêzên me ve hatin girtin û li kampa Holê hatin bicîhkirin. Ji ber temenê wî yê biçûk di nav rêxistina Eşbal El-Xîlafe a DAIŞîyan ji bo zarokan rêxistin kiribû cîh digirt. Li vir gelek cara perwerdeyê leşkerî û bîrdozîya DAIŞê dîtîye. Li gorî mikûrhatinên çeteyê bi navê Ferhad, ew bi rêya rêxistina bi navê ‘Behar’ ji kampa Holê hatîye derxistin û karê wî yê li kampê bi temamî hatîye rawestandin. Rêxistina terorîst a DAIŞê ji bo pêkanîna êrîşê, çeteyê 14 salî bi rêbazê xwekuj û întîharî dişîne Dêrazorê.

 

Her du çete jî bi operasyonekê hatin girtin. Di mikûrhatinên xwe de jî diyar dibe ku wê li herêmê tevlîhevîyan derxistibana û wê gel ji qirkirinê derbas bikirana. Bi vê operasyonê ve ev êrîş ji alîyê hêzên me ve hat astengkirin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemenîya QSDê

 

17ê Sibata 2022

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.