Thursday, August 11, 2022
HomemanshetHêzên me çeteyeke Daiş dema dixwest biçe Tirkiyê girt
manshetNûçe

Hêzên me çeteyeke Daiş dema dixwest biçe Tirkiyê girt

“Yekîneyên taybet ên QSD’ê çeteyekî DAIŞ’î yê iraqî li bendeke kontrolê ya Reqayê dema hewl dida bi rêya hevkarên rêxistina terorîst bireve Tirkiyê, girt. Ew çete bi rêya rêxistina DAIŞ’ê ji çolistana Sûriyê derketibû û xwe gihandibû heremê.
Li gorî îtîrafên terorîstê bi navê Ebdullah Ebdulkerîm Ebdullah ew ji ber teqîna mayînekê bi erebeya ku tê de bû, li ser rêya Eseriya-Xenasir ê beyarê Reqayê birîndar bû. Ew çete li herêma Wadî Miyah, Şam, beyara Sexne, beyarê Tedmir û bejahiyên Helebê digerî.
Terorîst Ebdullah di 2017’an de tev li rêxistina DAIŞ’ê bû û li bajarokê Salihiyê perwerdeya leşkerî dît û piştî perwerdê çû herêma Selahedîn (Iraqê) û li wir 4 mehan ma. Dûvre vegerî xeta Şamiyê û piştî têkçûna DAIŞ’ê li herêmê çû beyara Sûriyê. Di îtîrafên terorîst Ebdullah de hin mêvanxaneyên taybet bi endamên DAIŞ’ê li Tirkiyê hebûn û kesên berpirsên tedawiya wan hebûn û vedigerandin xaka Sûriyê.
Li gorî hatibû plankirin diviyabû ew çete li nexweşxaneyên Urfa yan jî Gazî Entab bihata dermankirin.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *