Saziyên girêdayî dewleta Tirk nûçeyên derew belav dikin lê rastî eve

0 568

Hin medyayên ser bi dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav kirin û îdîa kirin ku hêzên me hejmareke şervanên xwe şandine şerê li Ûkraynayê. Em piştrast dikin ku ev agahî derew in û di çarçoveya hewldanên bêhêvî yên dewleta Tirk a dagirker ku zirarê bide hêzên me de tê.
Hêzên Sûriya Demokratîk hêzeke niştimanî yên Sûriyê ye û ji bo parastina ax û gelên herêmê di nava erdnîgariya Sûriyê de li hember êrîşên curbicur ên hêzên terorîst û dagirkerî têdikoşe û bi biryare ku pêkanîna erkên xwe berdewam bike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
03 Adar 2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.