Thursday, July 7, 2022
HomemanshetArtêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bejahiya Minbic û Eyn Îsayê didomîne
manshetNûçe

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser bejahiya Minbic û Eyn Îsayê didomîne

Di nava rojê de cara duyemîn li pey hev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên Doçka malên sivîlan ên li gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Minbicê ku bi sedan kes lê jiyana dikin, kirin hedef û metirsiya rastîn li ser jiyana xelkê çêkir.
Dagirkeran îro piştî nîvro bi 2 fûzeyên gundê El-Cat ê li bakur-rojhilatê bajarê Minbicê kir hedef, wê saziyên pêwendîdar derbarê encamê êrîşê de lêkolîn bike.
Li Eyn Îsayê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê “El-Mûşeirfa” yê li bakurê Eyn Îsayê bi gelek çekên doçkayan hedef girtin, piştî çend saetan ji heman armancê rêya navneteweyî ya M4 hedef girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
05 Adar 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *