Akademiya Komandos ya Şehîd Rohat roja Yekşemê dewreya xwe ya 15’mîn a operasyonan bi dawî kir.
Dewreya bi navê Şehîd Sîdo Qamişlo ku 2 mehan dom kir, têde 250 şervan dersên siyasî û ramyarî û perwerdeya leşkerî dîtin.
Merasîma bidawîkirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre rêheval Yûsif Koçer axivî û bidawîkirina dewreyê li şervanên mezûnbûyî pîroz kir.
Merasîma bidawîkirina dewreyê bi xwendina sûnda leşkerî ji aliyê şervanên mezûn ve bi dawî bû.
Akademiya Şehîd Rohat dewreya xwe ya 15’mîn a Operasyonan qedand
