Saturday, June 25, 2022
HomemanshetBi Torena leşkerî YPJ Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir
manshetNûçe

Bi Torena leşkerî YPJ Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin li bajarê Hesekê îro danê sibê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi amadebûna hemû pêkhateyên leşkerî yên jin û rêveberên yekîneyan pîroz kirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre ji aliyê şervanan ve toraneke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Newroz Ehmed axaftinek kir û tê de Cejna Jinê ya Cîhanê li jinên cîhanê bi taybet li dayîkên şehîdan û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir. û bal kişand ser fedekariya jinan a ji bo bidestxistina azadiya xwe, bi hezaran şehîdên jin ên di parastina nirxên mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Ehmed bal kişand ser nasnameya azad a ku jin li hemberî zîhniyeta desthilatdar temsîl dike û bal kişand ser hêz û cesareta jinan a di nava refên Yekîneyên Parastina Jin de li hemberî hemû êrîşên dagirkerî û terorê.

“Ehmed” bang li hemû jinan kir ku destkeftiyên xwe yên di encama xwîna şehîdan de bi dest xistine biparêzin û destnîşan kir ku ji bo parastina herêmê û şêniyên wê bi taybet jinan ji hemû êrîşên ku nasnameya azad hedef digire, têkoşînê bidomînin..

Di dawiya axaftina xwe de endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Newroz Ehmed tekezî li ser bilindkirina asta têkoşînê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna ewlehî û aramiyê li wan kir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *