Saturday, June 25, 2022
HomeDaxuyanîJi çapemenî û raya giştî re
Daxuyanîmanshet

Ji çapemenî û raya giştî re

Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.
Îro di seetên nîvro de, li nêzî bajaroka Tirbespiyê, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êrişek balafirê keşfê li hember seyareyek girêdayî hêzên Erka Xwe Parastin pêk hat. Di encama vê êrişê de hevalek me bi navê Dirar Cuma Hemze şehîd ket û herwiha helbestvanê navdar Ferhad Merdê jî di nav de 2 hevalên me jî brîndar bûn. Rewşa brîndaran baş e.
Fermandariya Giştî ya QSD
01 Avrêl 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *