Sunday, June 26, 2022
HomeDaxuyanîJi çapemenî û raya giştî re
Daxuyanîmanshet

Ji çapemenî û raya giştî re

Nûçeyê ku Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro li ser hesabê xwe parve kir, ne rast e. Li gorî nûçeyê şervanên me êriş birine ser heremên ku di bin dagirkeriya wan de ye û 13 şervanên me hatine şehîdxistin. Ev agahî ne rast e. Li heremê navborî ti tevgerên hêzên me çênebûye.

Artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de êrişên xwe yên li ser herêmê zêdetir kir û di wan êrişan de bi taybetî gel tê hedefgirtin. Herî dawî duh jî di demek ku gelê me yê Xiristiyan amadekariya cejna Paskalyayê dikirin gelek gundên Til Temirê ku nîştecihên wan Xiristiyan in, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku hemû nirxên mirovahiyê û manewiyatê binpê dike vê rastiya xwe yê dermirovahî hewl dide ku bi nûçeyên derew binixumîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
17 Nîsan 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *