Saturday, June 25, 2022
HomemanshetHêzên me li Reqayê terorîstek û 2 hevkarên wî yên herêmî girtin
manshetNûçe

Hêzên me li Reqayê terorîstek û 2 hevkarên wî yên herêmî girtin

Yekîneyên Antî-Teror ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bajarê Reqayê serkirdeyekî çeteyên DAIŞ’ê bi du hevkarên xwe yên herêmî re girtin.

Piştî şopandina bi baldarî, yekîneyan bi ser maleke ku terorîstê lê xwe veşartî bû girtîn, û ew bi miqdarek belge û çek hatin desteserkirin.

Du çeteyên xwecihî ji bo ewlekirina penageheke ewle û hêsankirina liv û tevger û peywendiyên wî bi terorîstê Daişê hevkarî dikirin û ew jî hatin girtin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *