Hêzên me li El-Bûsêra alîkarê çekan ê çeteyên DAIŞ’ê girtin

0 537

Di çarçoveya şopandina şaneyên terorîst ên DAIŞê de, Yekîneyên Antî-Teror ên Hêzên Sûriya Demokratîk yek ji alîkarên di warê peydakirina çekan û fînansekirina şaneyên terorîst ên DAIŞê li bajarê El-Busêra li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Li gorî agahiyên rast ên yekîneyan bi dest xistine operasyon hatiye lidarxistin, di encama serdegirtina mala ku çeteyê dihat xwestin tê de dijî, hat girtin.
Di operasyonê de yekîneyan miqdarek çek desteser kirin.
Di çend rojên borî de, Yekîneyên Antî-Teror serkirdeyekî çeteyên DAIŞ’ê bi du hevkarên xwe yên herêmî li bajarê Reqayê girtin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.