Komeke nû ya koçberên Sûriyê yên ku ji herêmên dagirkirî yên Til Ebyadê û derdora bajaroka Eyn Îsa reviyan, piştî rêwîtiyek azaran a ji encama kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, gihiştin heremşn Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Li gorî van koçberan, dagirkeriya Tirk demeke dirêj nehişt ku şêniyên gundên herêma dagirkirî ji gundên xwe derkevin, û herî dawî her 4 mehan carekê destûr da ku gel ji bo peydakirina pêdiviyên xwe derkevin.
Koçberan destnîşan kirin ku ew neçar bûn li şûna nan ceh bixwin ji ber ku dagirkeriyê nehêşt ku ew xwarinên xwe bînin gundên xwe, û her weha nehêşt ku ew derkevin.
Hêzên me ewlekariya hatina koçberên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û malzemeyên bingehîn ên alîkariyê pêşkêşî wan kirin.