Saturday, June 25, 2022
HomeDaxuyanîDagirkeriya Tirk li pey êrîşa Karkamişê ye
Daxuyanîmanshet

Dagirkeriya Tirk li pey êrîşa Karkamişê ye

Ji çapemenî û raya giştî re
Li gorî nûçeyên ku îro ji aliyê Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker hatine belav kirin, ji aliyê hêzên me ve li hember navçeya Karkamişê êrîşên bi hawan hatiye lidar xistin. Êrîşa ku li hember Karkamişê hatiye kirin, ti têkiliyên me pêre nîn e. Artêşa Tirk a dagirker van derewê xwe dikin bingeh û li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye êrîş dike. Di êrîşên dagirkeriyê de gundên Kobanî, Eyn Îsa, Minbic û Şehba bi awayek dijwar tên hedefgirtin, û heta niha bêhtirî 29 gund hatine topbaran kirin. Ev bûyera ku li Karkamişê çêbûye, ji bo ku ev êrîşên xwe rewa bide nîşandan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye organize kirin. Ev bûyer provakasyonek e û bi vê provakasyonê ve hedef dikin ku êrîşên xwe li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye dijwartir bikin. Pêwîst e gelê me û raya giştî ya cîhanê baweriya xwe bi nûçeyên bi vê awayî ve neynin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
12 Gulan 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *