Saturday, June 25, 2022
HomemanshetKomkujiyeke muhtemel… Di bombebarana dewleta Tirk a li Eyn Îsayê de 4 zarok û dayika wan birîndar bûn
manshetNûçe

Komkujiyeke muhtemel… Di bombebarana dewleta Tirk a li Eyn Îsayê de 4 zarok û dayika wan birîndar bûn

Duh danê êvarê di encama topbarana artêşa Tirk a a dagirker li ser gundê Qertacê yê başûrê bajarê Eyn Îsayê de 5 kes birîndar bûn ku di nav wan de jinek û 4 zarokên wê hene.
Duh danê êvarê 5 sivîlên birîndar gihêştin nexweşxaneya giştî ya bajarê Reqayê piştî topbarana rasterast a Tirkiyê ku malên wan li gundewarê başûrê Eyn Îsayê armanc kir, ew birîndar ev in: Dayik: Neîma El-Mudhî û çar zarokên wê. , Menhal Elî El-Hemûd (9 salî), Ezra Elî El-Hemûd (10) salî), Ketela Elî El-Hemûd (6) û Hayel Elî El-Hemûd (12 salî).
mezraa Qertac 05 km dûrî bajarokê Eyn Îsa li ser rêya Reqayê ye û 45 km dûrî sînorê Sûriyê-Tirkiyê ye, ku bi dehan şêniyên wê deverê û awareyên devera Tel Ebyad têde dijîn, ji bilî hejmarek ji wan.
Ji beriya 10 rojan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser gundên Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Şehba, Minbic û Kobanî berdewam kirin û hejmara gundên ku hatin hedefgirtin gihişte zêdetirî 70 gund û bajarokên ku xelkê sivîl lê qelebalix bûne.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *