Thursday, August 11, 2022
HomemanshetHêzên me “dronek” artêşa tirk ya dagirker li rojhilatî Eyn Îsa’yê anî xwar
manshetNûçe

Hêzên me “dronek” artêşa tirk ya dagirker li rojhilatî Eyn Îsa’yê anî xwar

doh demjimêr 11:00’an de Dronek ê artêşa Tirk dagirker li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa’yê ji aliyê şervanên me yên QSD’ê ve hat xistin. Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî diyarkir ku rojane li herêmê tevgera balafirên keşfê yên dewleta tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê ve pêk tên û êrîşên bi şêwazê suîkastê lidar dixin. Ev Drona ku li rojhilatê Eyn Îsa’yê jî ku hatiye xistin, ji bo ku li herêmê suîkastan pêk bîne di tevgerê de bû.

Rojane tevgera balafirên keşifê pêk tê

Herwiha di berdewamiya axavtinên xwe de Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî ragihand ku; Em di eniyên pêş de cîh digrin. Rojane di hundirê mewziyan de dijmin dişopînin. Herwiha rojane em dibînin tevgera keşfa artêşa Tirk a dagirker pêk tê. Di heman demê rojane topbaran jî li herêmê pêk tên. Îro jî beriya ku ev Dron were xistin, artêşa Tirk a dagirker herêm topbaran dikirin. Piştî wê me dît ku tevgera Dronê heye. Piştre me tevgera Dronê şopand, hevalan dîtin û lêdan û xistin xwarê. Ev jî parçeyên Droneyê ne û ev Drone yê artêşa Tirk a dagirker bi xwe ye.

Ji bo parastina tevahiya herêmê em amade ne

Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî di dawiyê de wiha axivî; Erîş û topbaranên artêşa Tirk a dagirker li herêmê bi taybetî li Eyn Îsa û gundewarên wê her didome. Ev jî parçeyek ji van êrîşên artêşa dagirker e. Em ji vê ne xerîb in. Ji ber ku dijminê me zilmkare. Her tim hemwelati hedef digre, topbaranên wan her tim li ser herêmên sivîlan pêk tên û bivê yekê welatiyan di tirsîne. Bêgûman ev ne tiştekî normal e. Lê belê zilmkarî jî bûye taybetmendiya wan. Ji bo vê yekê em jî wek şervanên QSD’ê hem ji bo parastina vê herêmê hem jî ji bo parastina tevahiya herêmên me em amade ne.

Hêjayî bîr xistinê ye ku balafirên Dronan gelek êrîş û suîkastan li hember gelê herêmê lidar xist. Di demên dawiyê de bi van Dronan artêşa Tirk a dagirker li herêmê gelek komkûjî pêk anîn.

22 gulana 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *