Em rêhevala xwe Mizgîn bi rêzdarî bibîr tînin û soza tolhildanê didin

0 505

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Dewleta Tirk a dagirker û çete heya îro êrîşê şoreşa Rojava dike, rojane êrîşên xwe didomîne û hewl dide bi van êrîşan şoreşa Rojava a ku bi xwîna hezaran şehîdên me, gelê me heya dehan şervanên Enternasyonal ku ji her derê cîhanê tevlî şoreşa Rojava bûne têk bibe. Dewleta Tirk a dagirker û çete a ku jina bi vîn û hêz napejirîne her jineke ku di şoreşa Rojava de cih digre li her derê dike hedef û êrîş dike. Di pêvajoya dawî de bi van êrîşên xwe yên ku bi taybet jin dike hedef dijminahiya xwe ya jina azad careke din diyar dike. Weke hêzên parastina Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûrî emê li hember van gef û êrîşan bêdeng neminin û ji îdda û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê paş de gav neavêjin.
Di 2’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a çete û dagirker li Reqa bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir di vê buyerê de fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû. Du hevrêyên me birîndar bûn. Em ji malbata Fermandar Mizgîn Kobanê sersaxiyê dixwazin û em soza xwe ya têkbirina dagirkeriyê, mezin kirin û parastina şoreşê û pêk anîna xeyalên welatê azad ku me ji şehîdan re daye dubare dikin û ji hevalên xwe yên birîndar re şifa dixwazin.
Fermandar Mizgîn Kobanê bi nasnav Sihem Mislim bi destpêkirina şoreşa Rojava bi lêgerîna azadî û xewnên Kurdistana azad tevlî dibe. Fermandar Mizgîn Kobanê ku ji Kobanê ya berxwedêr e, li Kobanê di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Fermandar Mizgin ku li Kobanê bi rihê berxwedaniya azadiyê gavên şoreşgeriyê davêje di hemû jiyana xwe de bi bîr û baweriya jiyana bi rûmet ku tu caran serî dagirkeran re natewîne hest û mêjiyê xwe mezin dike û di xeta jina azad de dibe remza jina berxwdêr a ku hêza xwe rêxistin kiriye û bi vê hêzê li Helebê heya Serêkaniyê û têkoşîna azadiyê xemilandiye. Ezmûnên ku li şerê Helebê girtibû di hemû qadên ku tê de cih girt bi hevrê û şervanên xwe re parve kir û li hember ferasetên dagirkeran ku her roj jinên şoreşger û tekoşer dixe hedef sekna jina tekoşînvan raber kir. Bi aqlê ziraf ê şer û bi felsefeya birdoziya rizgariya jin weke hemû şehîdan bû tirs û xofa dagirkeran.
Weke hêzên QSD’ê em ji malbata Hevrê Mizgîn re sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji hemû hêzên dagirker re dibêjin ku em bîr û girêdana şehîdan mezin dibin û tolhildana şehîdan erk û rêgeza me ya hevrêtî û şoreşgeriyê ye li ser vî esasî emê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan ji dijminên jina tekoşer û dijminên azadiyê bigrin. Fermandar Mizgîn ji destpêkirina şoreşê heya roja ku gihaşte şehadetê bi hezkirin û bêteredut ked da û têkoşiya weke hevrê û şervanên wê emê jî bi heman rih û biryardariyê têbikoşin, gef û êrîşên dagirkeriyê nepejirînin, weke ku em ji şehîdên xwe fêr bûne berxwe bidin, şoreşa ku bi xwîna şehîdê me pêk hat biparêzin. Di vê serdema ku dagirker ji her milî de êrîşê gel, welat û şoreşa me dike de em bawerin ku gele me yê jî li hemû deman zêdetir bi erka xwe ya welatparêzî rabin û li gor şerê gelê şoreşgerî a ku misogeriya jiyan û welatê azad e xwe rêxistin bikin.


Nasnav: Mizgîn Kobanê
Nav û Paşnav: Siham Mislim
Navê Dayîk: Emîne
Navê Bav: Ehemed
Cihê ji Dayîkbûnê: 1990-Kobanê
Cih û Dîroka şehadete: Reqa-02.07.2022

Navenda Ragihandina QSD’ê
03.07.2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.