Gelek şaneyên DAIŞê ku ji heremên dagirkirî dihatin koordine kirin, hatin bêbandor kirin

0 611

Ji çapemenî û raya giştî re

Di demên dawî de, bi taybetî bi gefên dewleta Tirk a dagirker ya li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye ve, tevger û amadekariyên êrişê ya şaneyên DAIŞê di herêmê de zêdetir bûbûn. Gelek şaneyên ku ji herêmên dagirkirî ve dihatin koordîne kirin, ji bo êrişan ketibûn nav liv û tevgerê. Di armanca wan êrişan de bi taybetî welatiyên herêmê hebûn. Yek ji armanca wan şaneyan ew bû ku, bi êrişek berfireh, jinên DAIŞî ji qampa Holê birevînin û bibin herêmên dagirkirî.

Ji bo bêbandorkirina van şaneyan, di roja 8ê Tîrmehê de, li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Berak û xeta Dêrikê bi tevlibûna hêzên Ewlekariya Hûndurîn ve operasyonên hemwext hatin lidar xistin. Di encama van operasyonan de 12 çete hatin girtin, miqdarek cebilxane jî hat desteserkirin. Cebilxane û amûrên ku hatin desteserkirin ev in;

4 çekê AK-47, 1 rext, 19 jarjor û 300 fîşek

2 damançe, 3 jarjor û 20 fîşek

4 bombeyên dest

1 mayin, 1 cîhazê teqindina mayinê û korteks

18 telefon

10 nasname

6 pasaport

DAIŞ, ji gefên dewleta Tirk a dagirker ku li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dike, cesaret digire û hewl dide ku xwe komî ser hev bike û ewlehiya gelê herêmê bixe nav xetereyan. Şaneyên DAIŞê ji herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne tên koordîne kirin û serçeteyên wan di van herêman de bi cîh bûne. Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrîşên xwe yên li hember heremê her çiqas hincetên cuda cuda nîşan bide jî di rastiyê de yek ji sedemê esasî ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku ji bo DAIŞ xwe ji nû ve rêxistin bike, derfetan ava bike. Pêwîst e raya giştî ya cîhanê vê rastiyê bibîne û li gor vê yekê helwest diyar bike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD

12 Tîrmeh 2022

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.