EM HEVRÊYÊN XWE JIYAN, ROJ Û BARÎN BIBÎR TÎNIN Û SOZA TOLHILDANÊ DIDIN

0 686

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Dewleta Tirk a dagirker û çete ku dixwaze têkoşîna me ya azadiyê û şoreşa me tune bike her roj bi awayekê hovane êrîş dike û bi konsepta imha û tunekirina li ser axa me ve armanca tunekirina gelê me, pergala netewa demokratik ku bi berdêlên giranbiha hatiye avakirin dike hedef. Dewleta Tirk a dagirker û çete, Şoreşa Rojava û destkeftiyên wê yên ku bi ked û pêşengtiya jinên şoreşger ve hatin destxistin dike hedef. Di van êrîşên dewleta Tirk a dagirker de bi qasî dewleta Tirk hêzên koalisyonê jî berpirsyar in. Emê li hember tu gef û êrîşan bêdeng nemînin. Bersiva me ya êrîşan wê bibe têkbirina dagirkeriyê û misogerkirina azadiya Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî.

Di 22’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çete li ser rêya Qamişlo bi balafira bêmirov êrîşê seyareyekê kir di vê buyerê de ji fermandara hêzên QSD’ê Jiyan Tolhildan ku fermandara hêzên YAT’ê bû,  fermandar Roj Xabûr û hevrêya me û endama YAT ê Barîn Botan ku li ser erkê xwe bûn şehîd bûn. Em ji hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî, tevahî gelê Kurd û hêzên QSD’ê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz û qesema tolgirtina şehîdan, têkbirina dagirkeriyê û parastin û mezinkirina şoreşê a ku keda mezin a fermandar û hevrêyên me tê de heye dubare dikin.

Fermandara YAT’ê Jiyan Tolhildan bi nasnav  Selwa Yusuf bi rêxistinkirina gel a ji bo şoreşê heya gavên destpêkê a şoreşa Rojava heya avabûn û artêşbûna YPJ’ê û fermandariya YAT’ê di hemû qadên şoreşê de bû xwedî kedeke bêhempa. Li hemû qadên Rojava bi hêz û wêrekiyeke mezin ji bo avakirina netewa demokratik û azadiya jin di hemû karên şoreşê de xebat meşand û ev şoreş bi keda Fermandar Jiyanan ve mezin bû.  Şerê li hember çeteyên DAİŞ de bi hêzên Koalisyonê re di pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe girt, pêşengtî kir

Fermandara YPJ’ê Roj Xabûr bi nasnav Ciwana Heso a bi eslê xwe ji Dirbesiyê ye, bi dengê şoreşa Rojava a ku hemû cîhan hejand ve hêz û kelecaneke mezin digre û wisa tevlî şoreşê dibe. Bi bîr û baweriyeke mezin a jiyana azad têdikoşe û hêza jin a berxwedanê bi vîna ku çeperên tê de şer kir ve derxist holê. Şerê li hember çeteyên DAİŞ de bi hêzên Koalisyonê re di pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe girt, pêşengtî kir.

Hevrê û endama YAT ê Barin Botan bi nasnav Ruha Beşar bi eslê xwe ji Efrînê ye, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de, bi hêviya jiyana azad tevlî refên şoreşê dibe û bi kelecana şoreşê di nava refên azadiyê de cihê xwe digre. Her dem bi lêgerîna azadiyê dijî û li hember hemû hêzên desthilatdar bi biryareke mezin tekoşiya.

Weke hêzên QSD’ê em ji malbata fermandar Jiyan, femrandar Roj û hevrê Barin re sersaxiyê dixwazin. Em careke din dibêjin ku tolhildana şehîdan qesema me ya tekoşînê ye emê tola fermandar û hevrêyên xwe jî, ji dijminên jinên şoreşger û dijminên azadiyê bigrin. Çawa ku fermandar Jiyan, fermandar Roj û hevrê Barîn ji bo pêşerojeke azad a Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî tekoşiyan, ked dan, xebat meşandin emê jî hêza ku me ji ked û tekoşîna wan girtî ve bi soza hevrêtî a ku me ji wan re daye têbikoşin. Em berdewama mîrateya şehîdan e, emê tu gef û êrîşên dagirkeriyê li ser gel, ax û şoreşa xwe nepejirînin, heya ku em serbikevin emê li hember her cure êrîşê bisekinin û emê tola şehîdên xwe bigrin.

Nasnameyên Hevalên Me Yên Şehîd Wiha Ne:      

 

   

Nasnav: Jiyan Tolhildan

Nav û Paşnav: Selwa Yusuf

Navê Dayîk:  Asya

Navê Bav: Hisên

Cihê ji Dayîkbûnê: 1980-Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

Nasnav: Roj Xabûr

Nav û Paşnav: Ciwana Heso

Navê Dayîk:  Şems

Navê Bav: Hesen

Cihê ji Dayîkbûnê: 1992-Dirbêsiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

Nasnav: Barîn Botan

Nav û Paşnav: Ruha Beşar

Navê Dayîk: Qedriye

Navê Bav: Merwan

Cihê ji Dayîkbûnê: 2003-Şehba

Cih û Dîroka Şehadetê: Qamişlo-22.07.2022

 

 

Fermandariya Giştî a QSD’ê

23.07.2022

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.