Ji çapemenî û raya giştî re

0 512

Îro ber bi êvarê di seet 17:10 an de, dema 2 şervanên me bi maşineyek aîdê sivilan ji icaze vedigeriyan, li gundê Melê Sibat ya girêdayî bajarê Qamişlo rastî êrişa balafira bê mirov ya artêşa Tirk a dagirker hatin. Di encamê vê êrişê de şervanên me Dijwar Kobanî û Çiya Qamişlo şehîd ketin. Herwiha di vê êrişê de welatiyek sivil bi navê Edip Yûsif jî şehîd ket.

Artêşa Tirk a dagirker di demên dawî de êrişên xwe li seranserî sînor zêdetir kiriye. Her roj hem bi topbaranan hem jî bi balafirên bê mirov û biçek êrişan lidar dixe. Di van êrişan de ne tenê leşker, gelê me yên sivil jî tên hedef girtin. Em li hember van êrişan di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin û tolên şehîdên xwe ji dagirkeran hildin.

Fermandariya Giştî ya QSD

10 Tebax 2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.