Di 3 çalakiyên Tolhildanê de 23 dagirkerên Tirk hatin kuştin

0 588

Ji çapemenî û raya giştî re
Di demên dawî de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li hember axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Artêşa dagirker her roj êrîşên topbaranê li dar dixe û di demên dawî de jî êrîşên balafirên bêmirov zêdetir kiriye. Di van êrişan de hem ji gelê me hem jî ji hêzên leşkerî gelek şehadetên giranbûha çêbûn. Tenê ji despêka meha Tebaxê vir de 2 jê zarok 7 welatî şehîd ketin, 10 zarok, 3 jin bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn. Ji bo tolhildana şehîdên xwe di çarçoveya bersivdayînê de li roja 8’ê Tebaxê 2022’an de li sînora bajarê Mêrdînê, ji aliyê hêzên me ve 3 çalakiyên bibandor hatin lidar xistin.
Di çalakiya despêkê de seyareyek zirxî ya artêşa Tirk a dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 7 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Seyareya zirxî hat ruxandin.
Di çalakiya duyemîn de panzerek artêşa Tirk a dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Herwiha panzer hat ruxandin.
Di çalakiya sêyemîn de jî panzerek artêşa Tirk a dagirker hat hedef girtin. Di vê çalakiyê de jî 6 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, panzer hat ruxandin.
Di van her sê çalakiyan de bi giştî 23 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî brîndar bûn.
Wekî Hêzên Sûriya Demoqratîk em ê ti êrişê li hember gelê xwe bêbersiv nehêlin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
11 Tebax 2022

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.